Li Mûşê mera bi keriyên pez xemilîn

Merayên Mûşê ku yek ji wan parêzgehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde berf lê dibare, di demsala biharê da bi keriyên pez ên ku derketin çêre va xemilîn.

Li Mûşê mera bi keriyên pez xemilîn

Merayên Mûşê ku yek ji wan parêzgehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde berf lê dibare, di demsala biharê da bi keriyên pez ên ku derketin çêre va xemilîn.

Li bajarê ku yek ji navendên girîng ên heywandariyê ye, heywandaran piştî ku bi hatina biharê ra mera hêşîn bûn, pezê xwe berdan çêre.

Heywandarên ku piştî zivistaneke dirêj, pezê xwe berdan çêre, kêfxweş in ku ji bin barê alifê pez derketin. Mîh û berxên ku li merayan kit kitî bûn, dîmenên rengîn derxistin holê.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Mûşê Mehmet Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bajar di xwedîkirina pez da navendeke girîng e.

Aydin bal kişand ku bi hatina biharê da pez derket çêre û wiha dewam kir:

"Di xwedîkirina pez da em di rêza 12emîn da ne. Li parêzgeha me milyonek û 84 hezar pez heye. Merayên me yên fireh ji bo çêrîna pez potansiyeleke mezin e. Em bi heywanên ku em li vê derê derdixin çêre va piştgiriyê didin aboriya welêt. Her sal em 17 hezar ton goştê sor, 55 hezar ton jî şîr hildiberînin."

Heywandar Yavuz Tektimur jî diyar kir ku zivistana îsal bizehmet derbas bû û lewma jî wan di alifkirina pez da zehmetî kişand. Tektimur herwiha bal kişand ku ew kêfxweş in ku sezona merayan dest pê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE