Li Mûşê pez û dewar ji bo bi brûsellayê nekevin tên aşîkirin

Aydinê Midûrê Bajêr a Daristan û Çandiniyê ya Mûşê li gundê Beşparmak a ser navendê ye daxuyanî da rojnamegeran û got ku li bajêr nêzî milyonek û 235 hezar pez û 331 hezar jî dewar hene.

Li Mûşê pez û dewar ji bo bi brûsellayê nekevin tên aşîkirin

Ekîbên Midûriyeta Bajêr a Daristan û Çandiniyê ya Mûşê li bajêr ji ber talûkeya nexweşiya brûsellayê pez û dewaran dest bi xebata aşîkirinê kirin.

Mehmet Aydinê Midûrê Bajêr a Daristan û Çandiniyê ya Mûşê li gundê Beşparmak a ser navendê ye daxuyanî da rojnamegeran û got ku li bajêr nêzî milyonek û 235 hezar pez û 331 hezar jî dewar hene.

Aydin destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji navendên heywandariyê yek jî bajarê wan e û wiha pê da çû: "Ji ber vê jî siheta heywanan bo me gelekî girîng e. Ekîbên Midûriyeta Bajêr a Daristan û Çandiniyê ya Mûşê ji bo siheta heywanan her tim li qadê ne û gund bi gund digerin. Çawa ku heywan dizên xebatên me dest pê dikin. Em ji bo şewban wan aşî dikin."

Aşiya ku ji hêla walîtiyê va bê pere tê dayîn li gundê Beşparmakê li pez û dewaran hatin xistin û Aydin ragihand ku niha li bajêr nexweşiya brûsellayê tuneye û ew wek tevdîr vê aşî dikin.

Emrah Yazgulluyê 500 mêşinên wî hene jî got ku ew hersal derziya brûsellayê wek tevdîr li mêşinên xwe dixin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE