Li Mûşê peşbaziya xwendina Qur’ana pîroz hat lidarxistin. xwendekarên ku ji 5 kurs û 7 mektebên bajêr beşdarî pêşbaziyê bûn bi dengên xwe yên zîz û zelal Qur’an xwendin.
Li Mûşê bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê û Midûriya Perwerdeyê ya bajêr pêşbaziya xwendina Qur’ana Pîroz hat lidarxistin.
Ji 5 kursên hafiziyê û 7 mektebên îmam û xetîbiyê gelek xwendekar û hafiz beşdarî pêşbaziyê bûn û bi dengên xwe yên zîz û zelal dilê mêvanan xweş û mest kirin.
Piştî pêşbaziyê xwendekarên serkeftî ji aliyê rayedaran hatin xelatkirin.