Çemê Heramî yê di nav Çiyayê Munzurê yê li Ovacika navçeya Tunceliyê bi tebîeta xwe ya saf û paqij va balê dikişîne.
Ovacika bi tebîet, dewlemendiya cureyên heywanên beyanî û cureyên endemîk va li Harêma Rojhilatê Anadoluyê balê dikişîne her demsalê bi dîmenên cuda va merivan şaş û metel dihêle.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çavkaniyên Munzurê, Şirşirnega Çilmerdiwanê û Geliyê Mircanê li navçeyê cî digrin, bi hatina biharê li Çemê Heramî dîmenên balkêş derketin holê.
Çemê Heramî bi taybetî bihar û havînê zehf xweş dibe û bi tebîet, heywan, kulîlk, şirşirneg û şikeftan balê dikişîne.
Çemê dora wê bi darên guz û çekeman hatiye pêçan bi germbûna hewayê guriniya avê ye, kulîkan vekiriye, pilo difirin, bizinkovî û hurç li çil û çiyan digerin.AA