Li Mûşê bi şev agir bi dikaneke xurdefiroşê ket. Kargeha 4 qatî bi awayekî gur şewitî. Ji bo vemirandina agir ji çar aliyên bajêr agirkuj hatin.
Li Mûşê bi şev agir bi xurdefiroşekê ket.
Şewata li kargehê ji nişka ve geş bû û belav bû.
Her çiqas hewl hate dayîn jî heta 4 saetan agir nehat temirandin.
Di dawiyê de makineyên kar dîwar qul kirin û ji dîwaran agirkuj av pijiqand ser agir.
Herwiha ji bajarên derdor jî gelek agirkuj hatin cihê bûyerê.
Di kargeha 4 qatî de alavên wek tîner û yên sotebar hebûn.