Li Muşê amadehiyên zivistanê

Jin hiriyê dişon, êzingfiroş jî ji bo zivistanê haziriyê dikin.

Li Muşê amadehiyên zivistanê

Li herêmê amadehiya ji bo zivistanê dewam dike. Li Muşê, jin beriya zivistanê hiriyê dişon û ziwa dikin. Êzingfiroş jî êzingan hûr dikin û ji bo zivistanê amade dikin.

Di payîzê de li hemû bajaran ji bo zivistanê amadehî tên kirin.

Li Muşê jin hiriya xwe dişon û radixin ber tavê. Piştî ziwa dibe jî jinûve dixin nav nivînan.

Esnafên ku êzingan difroşin jî ji bo zivistanê amadehiyê dikin.

Pêşî bi xizarê êzingan jê dikin, pişt re jî bi biviran hûr dikin.

Welatî jî beriya zivistanê tên cem êzingfiroşan û lazimiyên xwe dikirin..

Divê welatî heta zivistanê amadehiyên xwe biqedînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE