Li Muşê bi hevkariya îdareya taybet a bajêr û îdareya pêşketinê ya DAP’ê li ser 50 donim erdî tekstîlkent tê çêkirin. Tekstîlkent wê di nav sala 2021an de vebe.
Îdareya Taybet a Bajêr bi hevkariya Îdareya Peşketinê ya DAP’ê li Muşê projeya tekstîlkentê da destpêkirin.
Îdareya taybet ji bo çêkirina tekstîlkentê ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê 50 donim erd stand û dest bi înşeatê kir.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şehmus Yentür înşeata tekstîlkentê ziyaret kir.
Şehmus Yentür got ji xeynî vê hin projeyên Îdareya Taybet Bajêr ên din jî hene.
Tekstîlkent di nav sala 2021an de wê dest bi xizmetê bike û wê 10 hezar kes bibin xwedî kar.