Li Muşê, şaxa ciwanan a ak partiyê ji bo teşwîqkirina xwendinê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de gelek welatî tevlî zar û zêçên xwe li parkê civiyan û bi hev re pirtûk xwendin.
Li Mûşê, ji bo teşwîqkirin û balkişandina ser girîngiya xwendinê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê hat organîzekirin.
Di çalakiyê de gelek welatî bi zarokên û bi pirtûkên xwe beşdarî bernameyê bûn û li Parka Laleyê bi qasî saetekê pirtûk xwendin.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya ku ew jî beşdarî bernameyê bûbû, piştî çalakiyê got: “Xwendin tiştekî gelek girîng e, ji bo serkeftinê xwendin şert e.”
Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman.