Li Muşê heywandaran pez berda çêreyê

Li Muşa ku yek ji navendên sereke yên heywandariyê ye, heywandaran bi germbûna hewayê û helîna berfê va pezê xwe berdan çêreyê.

Li Muşê heywandaran pez berda çêreyê

 Li Muşa ku yek ji navendên sereke yên heywandariyê ye, heywandaran bi germbûna hewayê û helîna berfê va pezê xwe berdan çêreyê.

Heywandar kêfxweş bûn ku piştî zivistana dirêj ajot, dinya germ bû û çêre hêşîn bû.

Xelkê Taxa Beşkardeşler a bajarokê Yaygina li ser navendê Yilmaz Bîngol diyar kir ku zivistanê nihêrîna heywanan dijwar e û mesrefa wan jî giran e.

Bîngol diyar kir, piştî ku dinya germ bû, wan pez berda çêreyê û wiha dewam kir, "Bi vê yekê em ji mesrefa debarê xilas dibin. Yekane deriyê debarê ya me heywandarî ye. Ji ber ku bihayê alif û debar jî zêde ye, em zehmetiyê dikişînin. Piştgiriya ku dewlet dide me hinekî destê me rihet dike. Serê pezê doşaniyê em 25 lire distînin. Heger piştgiriya dewletê nebe karê hîn zehmetir e."

Xelkê gundê Bozbulutê Baran Goç jî diyar kir ku wan zivistanê 100 ton ka û kes û her wiha 25 ton jî êm da 500 serî pezî û niha jî ew kêfxweş in ku wan pez berda çêreyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE