navenda perwerdeya gel a gimgima Mûşê, ji bo jinan kursa nexşê vekir. jinên navçeyê li vê kursê hînî nexşê dibin û bi taybetî ji bo keçikan cihêzan çê dikin.
Navenda Perwerdeya Gel a Gimgima Mûşê ji bo jinan kursên cur bi cur vedike.
Ji wan yek jî kursa nexşê ye.
Jinên navçeyê di kursê de hînî çêkirina nexşan dibin û bi taybetî jî ji bo keçikan cihêzan çêdikin.
Berpirsiyarê kursê dibêje dema zivistan were dê hejmara kursiyeran jî zêdetir bibe.
Kursiyer dixwazin piştî vê kursê ji xwe re kargehekê vekin û pere qezenc bikin.