Li Muşê pêşaneya berhemên îslamî

Ji navwelêt û derwelêt ji 40î zêdetir berhem tên pêşandan

Li Muşê pêşaneya berhemên îslamî

Li Zanîngeha Muş Alparslanê, ji aliyê fakûlteya ilmên îslamî ve pêşaneya berhemên îslamî ya navneteweyî hat vekirin. Di pêşaneyê de ji 40î zêdetir berhêm hatin pêşandan. Pêşane dê 10 rojan vekirî be.

Fakûlteya İlmên Îslamî ya Zanîngeha Muş Alparslanê, pêşaneya sin’etên Îslamî ya Navneteweyî vekir.

Ji bo vekirina pêşaneyê merasîm hat lidarxistin. Rektor û akademîsyenên zanîngehê û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn.

Ji bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Agirî û ji derwelêt gelek hunermend beşdarî pêşaneyê dibin. Di pêşaneyê de ji 40î zêdetir berhem hene.

Pêşane wê 10 rojan vekirî be.

Dîroka nûkirinê: 27 Nîsan 2019, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE