Şaredariya Mûşê 250 zarok dan sunetkirin.
Ji bo zarokan li Parka Geliyê Laleyê merasim hat lidarxistin. Di merasimê de ji bo zarokan hin çalakiyên anîmasyonê hatin kirin û palyoçayan bi zarokan re leyîst û stran hatin gotin.
Di merasimê de Waliyê Mûşê Azîz Yildirim axivî û ji ber çalakiyan şaredariya bajêr pîroz kir û wiha got:
"Pêngave duyemîn jî zewac e. Lê divê meriv bibe xwediyê karekî jî. Ev hemû ji bo ciwanên me qonax in. Şaredarê me qasî 250 zarok û malbatên wan li vê derê kom kirin. Ev tiştekî gelekî baş e û înşellah ji vir şûn da jî wê bidome. Divê em di van bernameyan de yekîtiya xwe nîşanî dost û dijminan bidin."
Serokê Şaredariya Mûşê Feyat Asya jî got ku niha li welêt hewcedariya herî mezin yekîtî û beramberiya gel e û wiha axivî: "Xwedê vê yekitî û beramberiya me xirab neke. Ew cesareta ku me 15yê tîrmehê nîşan dabû em ê înşellah 26ê tebaxan bi rûhê sala 1071an jî nîşanî zaliman bidin."
AA