Tûyên ku li Tuta navçeya Semsûrê tên berhevkirin, ji bo çar aliyên welêt û derwelêt tên şandin. Tû ji bo gelê navçeyê bûye riya debarê. Bi tûyan dims, bastîq, cezerye û her wekî din tên çêkirin.
Tû ji bo gelek malbatan riyeke debarê ye. Ji wan cur bi cur xwarin tên çêkirin.
Li Tûta navçeya Semsûrê nêzî hezar û 400 malbat karê tûyan dikin.
Tûyan bi hessasî berhev dikin... Didin ber rojê û ziwa dikin... Wan di sîtilan de dikelînin... Paşê ava wê didin ber rojê...
Bi van tûyan dimsê çêdikin. Ji bilî dimsê bastîq, loqim, cezerye û her wekî din amade dikin.
Tû û xwarinên bi wan hatine çêkirin tên îxrackirin jî.
Li navçeyê her sal nêzî 10 hezar ton tû tê berhevkirin.