Li navenda kaşûnê ya Bitlîsê qerebalixa betlaneya nîvê salê

Li Bitlîsê bi betlaneya nîvê salê va li Navenda Kaşûnê ya El Aman Xaniyê qerebalixî çêbû

Li navenda kaşûnê ya Bitlîsê qerebalixa betlaneya nîvê salê

Li Bitlîsê bi betlaneya nîvê salê va li Navenda Kaşûnê ya El Aman Xaniyê qerebalixî çêbû.

Navend li ser rêya Bitlîs û Tetwanê ye û welatiyan berê xwe da navendê û li wê derê xwe şiqitandin, snowboard kirin.

Ji welatiyan Veysî Eren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi zarokên xwe va hat navenda kaşûnê.

Eren got ku navenda kaşûnê pir xweş e û wiha dewam kir, "Mirov xwe dişqitînin, kêfa zarokan xweş bûye. Li Bitlîsê berf zehf e. Nêzî 2 mêtreyan berf barî. Navenda kaşûna me vebû û welatî tên. Bira her kes were vir."

Erkan Irmak jî got ku ew nêzî 25 salan e xwe dişqitîne û wiha dewam kir, "Cihê Navenda Kaşûnê ya El Aman Xaniyê pir xweş e. Ji bo kesên ku bixwazin dawiya hefteyê xwe bişqitînin cihekî pir îdeal e. Min û hevalên xwe xwest ku em dawiya hefteyê li vê derê derbas bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE