Li navenda perwerdeya gel a girê sipî ya Şanliurfayê 15 mamosteyên kursê hatin bal hev û dest bi çêkirina maskeyan kirin. Li navendê her roj hezar maske tên çêkirin û belaş tên belavkirin.
Ev der Navenda Perwerdeya Gel a Girê Sipî ya Şanliurfayê ye.
Di çarçoveya xebatên li dijî vîrûsa koronayê de Navendên Perwerdeya Gel jî dixebitin.
Nêzî 15 mamosteyên kursê hatin bal hev û li vir dest bi çêkirina maskeyan kirin.
Li navendê her roj nêzî hezar maske tên çêkirin.
Maskeyên çêkirî him li nexweşxaneyan him jî li kargehan belaş tên belavkirin.
Gel jî dikare were van maskeyan belaş bistîne.