Jinên mûşî, li navenda piştgiriya malbatê di gelek beşan de kursan werdigrin. Him hînî hunerên destkariyê dibin him jî berhemên xwe difroşin û debara mala xwe dikin.
Kebaniyên malê û keçên ber zewacê tên Navenda Piştgiriya Malbatê û li vê derê hunerên destan hîn dibin.
Ji neqşê heta dirûnê, ji hunerên xemilandinê heta destkariyên kevnare di gelek beşan de kurs tên dayîn.
Jinên Mûşî bi saya van kursan him xwe bi hunerekê mijûl dikin him cihêzên xwe çê dikin him jî berhemên xwe difroşin û alîkariya malbata xwe dikin.
Ev kurs ji xeynî hînkirina karekî, ji bo jin tev li civakê bibin jî gelekî girîng e.