Li Navenda Xweşiqitandinê ya Kupkiranê qerebalixiya xweşiqitandinê

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Kupkiranê qerebalixiya xweşiqitandinê

Li AğrıNavenda Xweşiqitandinê ya Kupkiranê ku hat nûkirin û pîstên wê hatin mezinkirin, dawiya hefteyê bi kesên ku ji xweşiqitandinê hez dikin va tije bû.

Navenda xweşiqitandinê 2 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û bi xebata ku vê axiriyê lê hat kirin va seba meriv bişev jî bikaribe xwe bişiqitîne, hat ronîkirin. Şêniyên bajêr li navendê xwe şiqitandin û snowboard kirin.

Ji kesên ku ji xweşiqitandinê hez dikin Necla Erdoganê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li herêmê zivistan dijwar derbas dibe, ew jî xwe dişiqitînin û bêhna wan dertê. 

Erdoganê wiha got, "Nêzî 2 salan e em xwe dişiqitînin. Ez dawiya hefteyan bi zarokên xwe ra têm vê derê, bêhna me dertê û em sporê dikin. Li vê derê meriv dikare bişev jî xwe bişiqitîne. Ez êvarê carekê hatim, hewa sar bû lê xweş bû."

Samet Kayayê xwendekarê zanîngehê ku ji Ankarayê hatiye Ağrıyê jî got ku li bajêr 6 mehan berf heye, ew jî vê firsendê dinirxînin û xwe dişiqitînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE