Li Nusaybinê gurek ket coyê

Li Nusaybinê agirkujan gur ji coyê derxist û berda xwezayê

Li Nusaybinê gurek ket coyê

Li Nusaybinê gurê ku li pey nêçîrê bû ket nav coyê. tîmên şaredariyê pê hesiyan û gihiştin hawara wî. piştî xebateke dirêj gur ji coyê hat derxistin. agirkujan gur cardin berda xwezayê.

Gur ji çiyê daket û heta dora bajêr hat.

Lêbelê di dema nêçîriyê de ket nav coyê.

Li taxa Goriyan a Nisêbînê hemû kes ji bo xilaskirina gur seferber bûn.

Lêbelê çi kirin jî nikaribûn gur ji coyê derxistana.

Piştre welatiyan gazî tîmên agirkujiyê kir.

Agirkuj hatin û hewleke mezin dan.

Piştî demeke dirêj gur ji nav coyê hat xilaskirin.

Tîmê gur dîsa berda xwezayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE