Li Ömerliyê fuara pirtûkan

Xwendekarên Ömerliyê bi dilê xwe ji xwe re pirtûk standin 

Li Ömerliyê fuara pirtûkan

Li Mehserta Mêrdînê bi hevkariya qeymeqamî û şaredariyê bi navê “qumbere vedibin, zarok û pirtûk tên cem hev” fuareke pirtûkan hat lidarxistin. zarokên navçeyê di fuarê de bi pereyên xwe yên di qumberê de ji xwe re bi dilê xwe pirtûk standin. 

Beriya mehekê li gelek xwendekaran Qubere hatibûn belavkirin. 

Niha jî xwendekar bi pereyên xwe yên di qumberê de ji xwe re pirtûkan dikirin. 

Li Mehserta Mêrdînê bi hevkariya Qeymeqamî û Şaredariyê bi navê “Qumbere vedibin, zarok û pirtûk tên cem hev” fuarek hat lidarxistin. 

Xwendekarên ku di mehekê de ji xwe re pere berhev kiribûn, hatin fuarê û ji xwe re pirtûk kirîn. 

Şaredarê Mehsertê Hüsamettin Altındağ jî tevlî kelecana zarokan bû. 

Her wiha di fuarê de ji bo zarokan çalakiyên cuda yên lîstikê jî hatin lidarxistin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE