Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê werşeq hat dîtin

li ser rêbeja Tunceli-Ovacixê diçû, li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê pêrgî werşeqekê hat.

Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê werşeq hat dîtin

 Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê ku bi berfê hatiye nixumandin, werşeqa ku nesla wê di xetereya qelyanê de ye, hat dîtin.

Xidir Nergizhanê ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê dijî, dema bi wesayita xwe li ser rêbeja Tunceli-Ovacixê diçû, li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê pêrgî werşeqekê hat.

Nergizhan ji wesayita xwe peya bû û bi kamêraya telefona xwe ya mobîl dîmenê werşeqa ku nesla wê di xetereya qelyanê de ye, girt.

Di tomara vîdyoyê de li ser zeviya ku bi berfê nixumandiye werşeqek digere û ber bi qada daristanê ve diçe û ji ber çavan wenda dibe. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE