Li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê sipehîtiya payîzê

Li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê sipehîtiya payîzê

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê, daristanên Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê bi hatina payîzê ra bi tonên cuda yên rengên kesk, sor, zer û porteqalî va xemilîn.

Navçeya Ovacixê ku raqima wê 1500 e û di nava Çiyayên Munzurê da ye, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî va salê çar demsal kesên ku ji wêne, kamp û trekkîngê hez dikin, diezimîne.

Li navçeya ku Çavkaniyên Munzurê, Geliyê Mercanê, Zozanê Kepir û Gola Reş lê ne, Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê bi hatina payîzê ra kirasekî sipehî yê xwezayê li xwe kir.

Li parqa neteweyî ya ku bi qasî 42 hezar hektar erdî pêk tê, pelên zerbûyî û yên rengbireng ên darên wekî gûz, spîndara beyanî, darberû û her wiha darên fêkiyên beyanî dîmenên newaze derdixin holê.

Her wisa li vir Çemê Munzurê çivan dixe xwe û menderesan çêdike û bi wî awayî diherike. Parq nexasim dawiya hefteyê ji hêla gelek ziyaretvanên ji navçe û parêzgehên cîran tê ziyaretkirin.

Ziyaretvanên ku ji bo gera rojekê tên parqê, ji xwe ra di nava xwezayê da digerin, wextê xwe derbas dikin û wêneyan dikişînin.

Li parqa neteweyî ya ku ji hêla heywanên çolê va jî dewlemend e, heywanên wekî hirçê boz, gur, rovî, bizina çolê, bizinkoviya qoççakil, berazê kovî û werşeq hene.

Xwezahez Yusuf Yerlikaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, xwezaya Tuncelî û navçeyên wê pir xweş e û çavpêneketî ye.

Yerlikaya got ku bi hatina payîzê ra daristanên bajêr bûne rengbireng û wiha dewam kir, "Divê em xwedî li vê xwezayê derkevin û wê biparzin. Aniha rengên pelên daran diguherin û dîmenên weşîna pelên daran pir sipehî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE