Li "paytextê GAPê" hemleya seraya bi enerjiya jeotermal

Li "paytextê GAPê" hemleya seraya bi enerjiya jeotermal

Li "paytextê GAPê" Şanliurfayê li herêma Karaaliya Deşta Heranê, li ser 500 donim erdî bi enerjiya jeotermal seravanî lê tê kirin, herwiha dê bîrên nû bên vekirin û bi van bîrên nû va jî li ser 1500 donim erdî seravanî were kirin.

Rêveberiya Geşepêdana Herêma GAPê (GAP BKÎ) ya girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya ku ji bo plansazî, şopandin û nirxandina veberhênanên di çarçoveya GAPê da xizmetê dide, bi xebatên xwe va piştevaniyê dide geşeya herêmê.

GAP BKÎ bi piştgiriya ku dide va ji enerjiyê heya avdanê, ji çandiniyê heya turîzmê dibe wesîle ku herêm di gelek qadan da bi geşe bide. Her wisa bi projeyên xwe yên nû va jî rê li qadên nû yên hilberîn û îstixdamê vedike.

Di vê çarçoveyê da li herêma Karaaliyê ya li Deşta Heranê ya ku lê li ser 500 donim erdî bi enerjiya jeotermal seravanî tê kirin, dê bîrên nû bên vekirin û bi van bîrên nû va jî li ser 1000 donim erdê nû dê seravanî were kirin.

Alîkarê Serokê GAP BKÎyê Doç. Dr. Nusret Mutlu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, bi Plana Mezin a GAPê ya ku ew bi rê va dibin va ew dixwazin herêmê bikin baregeha çandinî û xurekê.

Mutlu destnîşan kir ku bi veberhênanên di çarçoveya planê va 570 hezar hektar erd tê avdan û siberojeke nêzîk ev erdê tê avdan dê ji milyonek hektarî derbas bibe.

Mutlu her wisa bal kişand ku li herêmê di gelek warî da xebat berdewam in û yek ji van jî di çandiniyê da bikaranîna enerjiya jeotermal e.

Mutlu wiha dewam kir, "Bi tesbîtên me va me dît ku li Şanliurfayê potansiyela seravaniya jeotermal pir mezin e. Aniha serayên me yên ku em wan bi çankaniya jeotermal germ dikin ji 500 donimî derbas bûye. Em di van serayan da domatêsên herî baş ên dinyayê hildiberînin û beşeke mezin jê jî em em wekî berhema îxracê dinirxînin.

Bi xebatên me yên van 2 salên dawîn va me projeyên nû amade kirin. Bi pesendkirina Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê va em ê îsal li herêmê bîrên nû vekin. Bi bîrên nû yên 1000-1500 metre kûr va em ê qapasîteya ava germ û ya serayê mezintir bikin. Her wiha li herêma Karaaliyê bi vekirina 40 bîrên nû va em ê 1000 donim erdê din jî li serayê zêde bikin."

Mutlu bal kişand ku li herêma Karaaliyê bi saya belavbûna serayan derfetên îstixdamê jî dê zêde bibin û wiha got, "Gava pêvajoya çêkirina serayan a li ser 1000 don erdî temam bû, em difikirin di navbera 750 û 1500î da însan dê bên îstixdamkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE