Li Qersê kevneşopiya beranê "saçiya bûkê" dewam dike

Kevneşopiya beranê ji bo "saçiya bûkê" dişînin ya li gelek ciyan hat jibîrkirin li Qersê hê dewam dike. Mala bavê zavê beranekî rind dikire, dixemilîne, eniya wî hine dike û wekî xelat zêrekî pê da dike û ji bûka xwe ra dişîne.

Li Qersê kevneşopiya beranê "saçiya bûkê" dewam dike

Li Qersê beriya Eyda Qurbanê mala xezûrê bûka destgirtî ya li mala bavê xwe ji bûkê ra beran dişînin û ev kevneşopî bi sedan salan e dewam dike.

Kevneşopiya beranê ji bo "saçiya bûkê" dişînin ya li gelek ciyan hat jibîrkirin li Qersê hê dewam dike. Mala bavê zavê beranekî rind dikire, dixemilîne, eniya wî hine dike û wekî xelat zêrekî pê da dike û ji bûka xwe ra dişîne.

Malbata Emre Alpê zava ya ji Qersê jî ji bo domandina vê kevneşopiyê beran kirî, xemiland û teslîmî mala bavê bûkê ya li Sarîqamîşê kir.

Emre Alp got dixebitin ku kevneşopiyê bidomînin û wiha pê da çû: "Kevneşopî ji kal bavên me maye û em ji mala bavê bûkê ra beran dişînin. Me li Qersê beran kirî bi pifik û nivîsan xemiland, zêrek di histûyê wî da kir û anî Sarîqamîşê. Xwedê vê têxe nesîbê hemû kesên dizewicin. Eyda Qurbanê ya her kesî pîroz bibe."

Humeyra Laçîna destgirtiya Emre Alp jî diyar kir ku li gor edetên herêmê beriya eydê beranekî dişînin mala bûkê ku têxin qurban û wiha avivî: "Destgirtiyê min li Qersê beranek kiriye û ji bo min amade kiriye şande mala me. Xwedê ji wî û malbata wî razî bibe, sipas dikim."

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 11:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE