Li Qersê li ser berfê dîmena gurê birçî hat kişandin

Li Qersê li ser berfê dîmena gurê birçî hat kişandin

Li Selîma navçeya Qersê, gurê birçî yê li çolê li ser berfê li pey xwarinê ye, ket ber objektîfa wênegirêk.

Li bajarê ku sir û sermaya wê pir û zivistana wê dirêj e, heywanên çolê nikarin xwarê peyda bikin û lewma jî ev heywan carinan heya nêzîkî cîwaran tên.

Gurekî birçî yê ku hat nêzîkî gundê Kekeçê, li ser berfê qederekê li xwarinê geriya.

Gurê ku nêçîrek zeft kir, kir devê xwe û derbasî herêma ewle bû. Li wê derê li ser berfê zikê xwe têr kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE