Li Qersê tesîra sermayê

Ajokar ji bo parastinê betanî û karton avêtin ser wesayîtên xwe.

Li Qersê tesîra sermayê

Li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê ji ber sermayê cemed çêbû.

Li Erziromê ji ber sir û sermayê kûçe û kolan cemidîn, camên wesayîtan qeşa girtin û qirayî ket.

Ajokar ji bo parastinê betanî û karton avêtin ser wesayîtên xwe.

Şadirvana hin mizgefta jî buz girt.

Erdexan

Li Erdexanê ji ber sir û sermayê kuçe û kolan cemidîn.

Hin welatiyan qût dan kevokên li Parka Desthilatdariya Neteweyî.

Tuncer Akturkê welatî diyar kir ku qut da kevokan û wiha axivî: "Ji ber ku li erdê berf heye çivîk nikarin qût bibînin. Ew jî can in, ji bo birçî nemînin em her roj qût didin wan.

Qers

Li Qersê welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.

Qismeke mezin a Çemê Qersê yê ji nav bajêr ra derbas dibe cemidî.

Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku mihefeze bikin.

Agirî

Li Agiriyê jî serma dewam dike.

Rûyê çeman buz girt, ber destê sibê mij ket erdê.

Wekî mayîn ajokaran jî wesayîtên xwe bi betaniyan alandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE