Li Qoserê çanda çêkirina qeliyê berdewam e

Li Qoserê çanda çêkirina qeliyê berdewam e

Li herêmê beriya ku bibe zivistan gelek hazirî tên kirin, yek ji wan jî qelî ye. Dema hewa dicemide bı wê qeliyê xwarinên curbucur tên çêkirin. Mencelên mezin tên dayîn û goştê hûrkirî tê pijandin.

Çêkirina qeliyê çandeke bi sedan salan e. Gava dibe zivistan wek xwarineke amade tê xwarin.

Li herêmê gel di hemû xwarinên xwe de qeliyê bi kar tîne.

Beriya ku hewa tam bicemide di beroşên mezin de qelî tê çêkirin.

Pijandina qeliyê sibehê dest pê dike û heta êvarê dewam dike.

Goştên pijandî di dawiyê de dixin tenekeyan û vedişêrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE