Li Qoserê wextê çandina genim e

Cotkarên herêmê dê zeviyên genim beriya havînê bidûrin.

Li Qoserê wextê çandina genim e

Li Qosera Mêrdînê, niha wextê çandina genim e. Bi saya ku li herêmê hewa zivistanê jî germ e, cotkar zeviyên xwe salê herî kêm 2 caran diçinin.

Mêrdîna bibereket, li herêmê yek ji navendên genim e.

Li deştê herî kêm 3 hezar donim zevî hene. Cotkarên Qoserî jî ji zeviyekî salê 2 caran ber radikin. Niha jî li herêmê wextê çandina genim e.

Bi saya teknolojiyê barê cotkaran li gorî zemanê berê hêsan e.

Bi traktoran cot dikin û bi mîbzerê tovên xwe dirişînin.

Cotkarên herêmê beriya ku germa havînê dest pê bike jî zeviyên xwe didûrin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE