Li Rihayê zevî bi xaşxaşkên sor va xemilîn

Li Rihayê zevî bi xaşxaşkên sor va xemilîn

Li Siwêreka navçeya Riayê zeviyên li quntara Qerejdaxê bi xaşxaşkan xemilîn.

Şofêrên li ser rêya Riha û Diyarbekirê diçin û tên wesayîtên xwe dan sekinandin wêneyên zeviyên bi xaşxaşkan va xemilîne kişandin.

Wênekêşên amator jî wêneyên zeviyên bi xaşxaşkan sor gevez bûne kişandin.

Celal Ozkayayê ji Diyarbekirê hatiye Rihayê wiha got: "Dema em dihatin me zeviyên bi xaşxaşkan va sor bûne dîtin û em sekinîn. Ji ber şewbê û pandemiyê demeke dirêj bû me cihekî wiha xweş nedîtibû. Ji bo zarokan pir baş e, me wêne jî kişandin."

Azat Mîcakê ber bi Bidlîsê va diçû jî got ew li zeviyê sekinîne, wan xaşxaşk berhev kirine. ​​​​​​​

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE