Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê êvarê û bişev şilope û berf wê bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrayî be, êvarê û bişev jî şilope û berf tê payîn.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erzincanê 2 pile, li Tunceliyê sifir, di binê sifirê da li Agirî û Qersê 11, li Erdexanê 5, li Erziromê 3 û li Îdirê 2 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 10, li Erzincan û Tunceliyê 6, li Erziromê 5, li Agirî û Qersê 4 û li Erdexanê 3 pile tê payîn.
Li herêmê ji ber ku qeşa û cemed tê payîn û ji ber li ber pal û berpalan rîska ketina şepeyê heye, divê welatî baldar û bitevdîr bin. Her wiha li Erzincanê jî cî bi cî bager tê payîn.
Erzirom
Li Erziromê di sir û sermayê da cemed çêbû.
Bi baniyan va şembelîlk daliqiyan, camên wesayîtan qiravî girt û şadirwanên mizgeftan qerimîn.
Ekîbên şaredariyê rê û peyarêyan paqij dikin.Qers
Li Qersê jî sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.
Li bajêr piştî barîna berfê sir û seqem çêbû û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan. Ekîbên şaredariyê bi vîncê şembelîlkan dişkênin.
Hin welatiyan wesayîtên xwe bi cil û betaniyan pêçan.
AA