Li Rojhilatê Anadoluyê hewa di bin sifirê da 22 pîle ye

Li Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 22 pileyî va li Qersê hat pîvan

Li Rojhilatê Anadoluyê hewa di bin sifirê da 22 pîle ye

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 22 pileyî va li Qersê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, bişev û serê sibehê cî bi cî qeşa û cemed û mij û xumam wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 22, li Agiriyê 19, li Erziromê 17, li Erdexanê 13, li Tunceliyê 10, li Erzincanê 8 û li Îdirê 4 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 3, li Tunceliyê sifir, di binê sifirê da li Erdexanê 12, li Qers û Erziromê 7, li Agiriyê 5, li Erzincanê 2 pile tê texmînkirin.

Li herêmê di nav niştewaran da bişev germa herî kêm di binê sifirê da bi 26 pileyî va li Tekmana navçeya Erziromê hat pîvan.

Li navenda xweşiqitandinê qalindahiya berfê jî li Palandokenê 126, li Konakliyê 55 û li Cibiltepeyê 52 santêm hat pîvan.

Ji ber ku li ber pal û berpalan rîska şepeyê heye, divê welatî baldar bin û tevdîra xwe hildin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE