Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan tavî dê were

Li herêmê her wiha germahî dê di bin asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li Rojhilatê Anadoluyê li 6 parêzgehan tavî dê were

Tê texmînkirin, li Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî, Tuncelî û Îdirê taviya binavber dê tesîra xwe nîşan bide.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, heya berêvarê li Erzirom, Erzingan, Qers, Agirî, Tuncelî û Îdirê taviya binavber dê tesîra xwe nîşan bide.

Li herêmê her wiha germahî dê di bin asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê li Erdexanê 3, li Erziromê 4, li Qers û Agiriyê 5, li Erzinganê 7, li Îdirê 8 û li Tunceliyê jî 10 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tuncelî û Erzinganê 18, li Îdirê 16, li Agiriyê 15, li Erziromê 14, li Qersê 13, li Erdexanê jî 12 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE