Li Rojhilatê Anadoluyê sermayê dest pê kir

Rê ji ber cemedê hatin girtin û wesayîdan nekaribû ji Neqeba Çiyayê Kopê derbas bibin....

Li Rojhilatê Anadoluyê sermayê dest pê kir

Li rojhilatê anadoluyê sermayê dest pê kir, li bilindcihan berf ket. Di navbera Bayburt û Erziromê de, ji ber cemedê wesayîdan nekaribûn ji neqeba çiyayê kopê derbas bibin. Piştî 4 seatan, hat vekirin. Li navenda bajêr jî berfê nîvê şevê dest pê kir, her der spî bû.

Piştî berfê, sermayê dest pê kir.

Rê qeşem girt, ajokaran gelek zehmetî kişand.

Riya Neqeba Çiyayê Kopê ya di navbera Bayburt û Erziromê de cemidî, gelek wesayîd asê man.

Xebatkaran hema xwê li riyan reşandin û bi wesayîdên kar, dest bi paqijiyê kirin.

Neqeb piştî 4 seatan vebû.

Li Qizildaxa Erzînganê û Çamlibela Sêwasê, tîmên trafîkê ajokarên ku zincîr li tekeran nexistibûn dan sekinandin û nehiştin ew bi rê kevin.

Wekî ku meteorolojiyê hişyar kiribû, li Erziromê berêvarê berfê dest pê kir.

Tîmên rê haziriyên xwe kiribûn…

Hema xwê avêtin ser riyan û berf paqijkirin.

Bi saya xebatan trafîk nesekinî.

Li derdora Agirî û Qersê jî dê car caran berf bibare.

Dibe ku piştî şevê li herêmê rê cemed bigre.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

ŞÎROVE
serbilind
serbilind - 2 yıl Berî

Xwedê alikariya kesên nexweş yên ku malên wan ji bajêr dûr in bike...zivistan zor û zehmet e...bi taybetî jî berf vê zorê dijwartir dike...

Hacı Koçak
Hacı Koçak @serbilind - 2 yıl Berî

Amîn, erê zivistan zor û zehmet e ????

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE