Li Şanliurfayê bi "normalbûna bi qedeme" va cîgerfiroşan dest bi qebûlkirina mişteriyan kirin

Li Şanliurfaya bi xwarin û xurek û tehmên xweş tê zanîn welatiyên di heyama qedexeyan da ji bo "kibaba cîgerê ya Urfayê" siparîş didan bi heyama nû va berî xwe dan kibabfiroşan û di taştê da cîger xwarin.

Li Şanliurfayê bi "normalbûna bi qedeme" va cîgerfiroşan dest bi qebûlkirina mişteriyan kirin

Li Şanliurfayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da pêvajoya "normalbûna bi qedeme" dest pê kir û welatiyan ji bo taştê berî xwe dan cîgerfiroşan.

Li Şanliurfaya bi xwarin û xurek û tehmên xweş tê zanîn welatiyên di heyama qedexeyan da ji bo "kibaba cîgerê ya Urfayê" siparîş didan bi heyama nû va berî xwe dan kibabfiroşan û di taştê da cîger xwarin.

Îbrahîm Halîl Demîrê hosteyê cîgerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cîger ji tehmên bajêr yek e û kes dev jê bernade.

Demîr got ji ber ku êdî mişterî tên dikanê gelekî memnûn in û wiha pê da çû: "Bi pêvajoya normalbûnê va em li benda mişteriyên xwe ne. Di dewsa serwêsa pakêtan da em ê êdî li maseyan mazûvaniya mişteriyên xwe bikin. Gelê bajêr û ziyaretvan êdî dikarin li maseyê rûnin cîger, dil û goşt bixwin. Hûn jî dibînin ku kesên bihîstin dikan hatin vekirin niha li vê derê di taştê da cîgerê dixwin. Em di vê heyamê da jî li gor rêgezên rûpêç, mesafe û hijyenê xizmetê didin."

Ahmet Okê hosteyê cîgerê jî got ji ber ku derbasî heyama normalbûnê bûn gelekî kêfxweş bûn, mişteriyan jî bêriya xwarina ber serê ocaxê kiribû û ji ber vê ji bo taştê hatin vê derê.

Mehmet Kiliçê mişterî diyar kir ku ji Gazîentabê hatin vê derê û xwestin ku taştêya xwe bi cîgerê bikin û wiha pê da çû: "Cîger tiştekê xweş e, em taştê da gelekî jê hez dikin. Ji ber ku demeke dirêj e me nedixwar em hesreta cîgerê mabûn."

Mustafa Dag jî got gelekî bêriya xwarina li ser mesayê kiribûn û wiha axivî: "Me gelekî bêriya vê rewşê û vê tehmê kiribû. Înşaellah em ê ji vê vîrusê xilas bibin û bi rihetî xwarina cîgerê bidomînin."

Huseyîn Dag jî destnîşan kir ku li ber serê ocaxê cîgerê dixwin û gelekî bêriya vê kiribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE