Li Şanlıurfayê hilberîna îsotan

Îsota herêma Şanlıurfayê ji bo tehma xwe gelekî tê firotin.

Li Şanlıurfayê hilberîna îsotan

Dema Şanlıurfa tê gotin îsot tên bîra mirov. Îsotên herêmê wisa bi nav û deng in ku tenê par bi 5 milyon û 876 hezar dolaran îxracat çêbû. Her wiha li nav welêt jî gelek kes îsotên Şanlıurfayê dixin xwarinên xwe...

Pêşî bizrikan jê derdixin, paşê îsotan didin tavê hişk dikin, herî dawî jî hûr dikin û difiroşin...

Li Şanlıurfayê dema hilberîna îsotan e...

Îsotên Şanlıurfayê him pirr bi tehm û xweş in, him jî ji bo tenduristiya mirovan zahf bi kêr tên.

Loma jî gelek welatî tenê îsotên herêma Şanlıurfayê dixwin.

Li herêmê hilberîn û firotina îsotan aboriyê zahf geş dike.

Par bi 5 milyon û 876 hezar dolaran îsot hatin îxrackirin.

Gelek cureyên îsotan hene û ew bi awayên cur bi cur jî tê xwarin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE