Li Şanliurfayê jin bi hunera mozaîkê berhemên destan çêdikin. Jin tevî gelek kesên navdar ên berê motîfên şervanên amazonan jî bi destê xwe rêz dikin.
Bi piştgiriya şaredariya Karakopruyê jin şikl û şemalên şervanên serdema Romayiyan çêdikin.
Kevirên ku bi awayekî sererast hatine jêkirin ji bo çêkirina mozaîkan dibin berhemên herî xweşik.
Li Şanliurfayê jin bi hev re bi moazîkê resmên şervanên berê yên Keybanûyên Amazonan çêdikin.
Di vê kursê de jin hînî hunera moazîkê dibin.
Di vê pêvajoyê de jî kesayetên dîrokî dikin mijara dersen xwe.
Perçeyên keviran yek bi yek li ser texteyan rêz dikin û di dawiyê de dikin yek.