Li Sivereka navçeya Şanliurfayê minibêsa pale dibir û dianî welgeriya, di qezayê da kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn.
Minîbêsa bi pîlaqeya 44 AAV 185 a Ramazan T. diajot li kîlomêtroya 20emîn ya rêbejaya Siverek-Hasirliyê wergeriya rexê rê.
Li ser îxbara gelê li herêmê gelek ambûlans sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da 26 paleyên di wesayîtê da birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siverekê , Îbrahîm Kuçukê (15) birîndar ligel hemû midaxeleyan wefat kir.
Cinazeyê Kuçuk ji bo otopsiyê rakirin morgê, eqrebeyên paleyan li ser xeberê hatin nexweşxaneyê.
Hat îdiakirin ku ehliyetnameya ajokarê hat binçavkirin tunebûye.AA