Xwelî û xubara ku ji aliyê Sûriyeyê tê, tesîra wê li Şanliurfayê dewam dike.
Xwelî û xubara ku ji aliyê Sûriyeyê tê, li bajêr ji nîvê şevê pê va tesîra xwe zêde kir û serê sibehê zêdetir bû. Ji ber xwelî û xubarê hewa şêlû bû û mesafeya pêşdîtinê kêm bû. Wesayît jî di xwelî xubarê da man.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kir, tê payîn ku tesîra xubarê ji nîvê şevê pê va kêm bibe.
Rayedaran ragihand, heta hûn mecbûr nemînin, ji malê dernekevin. Bi taybetî kal û pîr, zarok û kesên ku tengasiya bêhnhildanê dikişînin, divê dernekevin derva.AA