Li Şanliurfayê deve ji bo qurbanê tên firotin

Malbata Kamburoglu a ku li navçeya Eyyubiyeyê li taxa Hancigazê heywandariyê dike pênc sal berê deve kirîn ku ji bo qurbanê bifroşin.

Li Şanliurfayê deve ji bo qurbanê tên firotin

Şanliurfa li Tirkiyeyê di nav wan bajarên herî girîng ên ku heywanan xwedî dikin yek e. Li bajêr deveyên ji bo Eyda Qurbanê hatine xwedîkirin, êdî tên firotin.

Malbata Kamburoglu a ku li navçeya Eyyubiyeyê li taxa Hancigazê heywandariyê dike pênc sal berê deve kirîn ku ji bo qurbanê bifroşin.

Piştî ked û xwedîkirinê malbatê deveyên nêr ji bo eydê derxistin bazarê.

Îbrahim Kamburogluyê (47) li ser rêya Şanliurfa-Akçakaleyê deveyên xwe him diçêrîne û him jî difroşe ji nûçegihanê AAyê ra got wî 5 sal berê deve kirîne û wisa dest bi vî karî kiriye.

Kamburoglu got di nav demê de wî ev kar hez kiriye û wiha dewam kir: "Niha 12 deveyên me hene. Li Şanliurfayê kêm kes vî karî dikin, lê em dixwazin ev kar zindî bimîne. Muşteriyên me gelempêrî ji dervayî bajêr tên. Bihayê hêştirên me di navbera 12 û 15 hezar lireyan de diguhere. Em vî karî hez dikin û naxwazin dev ji vî karî berdin."
 

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2018, 15:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE