Sarîqamîşa Qersê bi zivistanên xwe dijwar e lê biharên wê jî hêjayî dîtinê ne. Lewra dema bihar tê navçe bi temamî diguhere û bi rengên cuda dixemile.
Li aliyekî kulîlkên spî û binefşe... Li aliyê din jî xuşe xuşa sûlavê...
Gava dibe bihar li Sarîqamîşê xweza bi temamî diguhere. Piştî berf dihele reng û xeml tê herêmê.
Ev xwezaya rengîn bala gelek wênegiran jî dikişîne. Wênegirên xwezayê li quntarên çiyayê Ağbabayê yê 2 hezar û 600 mîtro bilind e wêneyên ji hev delaltir dikişînin.
Ligel wêneyên xwezayê dîmenên heywanên curbicur jî dikevin ber kamerayên wênegiran.
Wekî din li Sarîqamîşê gava dibe şev hirç dadikevin navendê.
Ev rewş jî li navçeyê êdî l bûye tiştekî normal.