Li Sarikamişê kulîlkên rengîn navçeyê xemilandin

Li Sarikamişa navçeya Karsê berfîn û sosinên mizginiya biharê didin vebûn.

Li Sarikamişê kulîlkên rengîn navçeyê xemilandin

Li navçeyê ji ber ku êdî hewa germ dibe li daristana sariçamê ya di navbera çiyayên Cibiltepe û Agbabayê da kulîlk vedibin û mizginiya biharê didin.

Piştî ku berf heliya çivîk jî li dora gol û avan hatin dîtin.

Vebûna kulîlkan a bi rengîn dîmenên xweş derxistin holê.

Wênekêş Turhan Kocaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew kêfxweş e ku wêneyên xwezayî dikşîne.

Kocabaş got Sarikamiş her demsal xweş e û wiha axivî: "Li Sarikamişê berf heliya, xweza zindî bû. Niha berfîn û sosin vedibin. Em jî wek wênekêşên xwezayê heta ji destê me tê dîmenên wan dikşînin. Lê îsal ji ber vîrusa koronayê roj bi zehmetî derbas dibin. Em tevdîrên xwe dibînin û bi awayekî sînorkirî dixebitin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE