Li Şemdinliya navçeya Hakkariyê li Dibistana Navîn a Sabrî Ozel pola atolyeya hunerên dîtbarî û muzîkê hat vekirin.
Bi tevkariya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya navçeyê va ji bo qebîliyeta zarokan a xêzkirina resman pêş bixin, eleqeya wan bi hunerê zêde bikin pola atolyeya hunerên dîtbarî û muzîkê hat vekirin.
Yakup Guvenê Qaymeqamê Şemdinliyê Tahîr Sakliyê Şaredar, Bînbaşî Erdogan Çarikê Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê û Cîhat Înanê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê beşdarî merasima vekirina polê bûn û muzîk guhdarî kirin.