Li Semsûrê rakirina îsotan

Cotkarên Semsurî berên dawî yên salê radikin

Li Semsûrê rakirina îsotan

Ji bo çêkirina ecînê îsota tûj gelekî mûhîm e. Li Semsûrê jî piştî ku sektora ecînê pêş ve çû, çandina îsotan jî zêdetır bû. Cotkarên Semsûrî berên xwe yên dawî yên salê radikin.

Bajarê Semsûrê patenta ecînê stend. Pişt re jî him sektora ecînê pêş ve çû him jî çandina îsotên tûj zêdetir bû.

Cotkar di van salên dawî de zêdetir îsotan diçînin û radikin. Berên dawî yên salê tên rakirin.

Midûrê Çandinî û Daristanê Adil Alan behsa îsotên Semsûrê kir û got bi peşveçûna sektora ecînê, hewcedariya îsotan jî zêdetir bû.

Li bajêr him sektora Çîgiyê goşt pêş ve diçe, him jî kar û barên cotkaran baştir dibe.

Dîroka nûkirinê: 18 Mijdar 2018, 11:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE