Îsal ji ber berfa zêde li gelek dever û gundan rê hatin girtin û welatî ketin tengasiyê. Lê li bilîsê hin welatiyan jî guh nedan zehmetiyên berfê û li ser berfê seyran kirin. Goştê xwe pijandin û çaya ser êzingan vexwarin.
Îsal li seranserê Tirkiyê gelekî berf barî, lê hema mirov dikare bibêje ku herî zêde jî berf li Serhedê barî.
Riyên gelek dever, navçe û gundan ji ber berfê hatin girtin û welatî ketin tengasiyê.
Lê li Bilîsê, hin welatiyan guh nedan wan zor û zehmetiyan.
Bilîsiyan li ser rêya Baykan û Bilîsê li çiyê li ser berfê derketin seyranê.
Li aliyekî goşt û kofte pijandin û li aliyekî jî li ser agirê êzingan çay çêkirin.
Hin kesên ku ji rê re derbas dibûn jî dawetî xwarinê kirin.