Li ser çemê cemedgirtî masiyan digirin

Li ser cemeda stûr qulekê vedikin û torên xwe ji wê derê berdidin avê…

Li ser çemê cemedgirtî masiyan digirin

Li Colemêrgê van rojan hewa di bin sifirê de ji 20 pileyan zêdetir e û her der cemed girtiye. Gundiyên herêmê li ser çemên cemidî masiyan digirin...

Çolterên Colemêrgê ji serî heta binî spî dikin.Beriya çileya zivistanê li vê derê çemekî gur hebû.Lê di van rojên sir û sermaya çileyê de cemed girtiye û erdê re bûye yek.

Gundiyên ku debara wan li ser vî çemî ye, zivistanê jî li vê derê masiyan digirin.

Hewa van rojan di bin sifirê de ji 20 pileyan zêdetir e.Lê dîsa jî ew li pey nanê xwe her roj tên vê derê û torên xwe berdidin avê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE