Li ser Çiyayê Karacadağê asê man

Welatiyên ku ji bo kaşûnê diçûn herêmê ji ber befê di rê de man

Li ser Çiyayê Karacadağê asê man

Welatiyên ku ji bo kêfa kaşûnê diçûn ser Çiyayê Karacadağê ji ber berfa zêde di rê de man. Bi dehan wesayîdên ku di nav berfê de asê man, bi alîkariya xelkê derdorê û alîkariya ekîbên AFAD’ê hatin xilaskirin.

Ji bo kaşûnê bikin hatibûn herêmê, lêbelê berfê riya wan girt.

Bi dehan wesayîdên ku ji bajarên derdorê hatibûn herêma Çiyayê Karacadağê ji ber berfa zêde di rê de man.

Welatiyên ku bi saetan di nav berfê da mehsûr man, dîsa dev ji kêf û zewqê bernedan, heta bên xilaskirin di nav berfê de govend girtin.

Piştî xebateke dûvûdirêj wesayîdên ku li ser çiyê asê mabûn hatin xilaskirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE