Li Îdirê çiyagerên ku destgirtiyên hev bûn, li serê Çiyayê Tekeltiyê mehra xwe kirin.
Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas di sala 2017an li Çiyayê Zorê ya ku ji behrê 3200 mêtre bilind e yêvdu naskirin û paşê biryar dan ku bizewicin.
Destgirtiyan piştî salekê xwest ku li Çiyayê Tekeltiyê yê ku ji behrê 2 hezar û 550 mêtre bilind e mehra xwe bibirin û ji bo vê ji hevalên xwe yên çiyager alîkarî xwestin.
Piştî demeke din Ekîn Kayadîbî û Zekî Mîkyas, Ahmet Saîd Sadrettîn Turkanê Serokê Şaredariya Tuzlucayê jî di nav de komeke çiyager derketin serê Çiyayê Tekeltiyê. Koma çiyageran piştî 3 saetan gihiştin serê çiya.
Serokê Şarederiyê Turkan li vir mehra destgirtiyan birî û cizdanê mehrê teslimî wan kir.
Serokê Şaredariya Tuzlucayê Ahmet Saîd Sadrettîn Turkan daxuyanî da û got ku ew şahidê daxwazeke ecêb bûn û wiha axivî:
"Ev hevalana serî li me dan û gotin em dixwazin li serê çiya bizewicin. Me jî ji wan re got temam. Em di rêyeke zor û zehmet ra derbas bûn û gihiştin vê derê û me merasima xwe li dar xist. Cara ewil e şarederek derdikeve serê çiya. Ez hevalên ku zewicîn pîroz dikim. Ez jî gelekî kêfxweş bûm. "
Ekîn Kayadîbiya bûk got ku wan 2 sal beriya vê ev biryar dabû û wiha axivî: "2 sal beriya vê li serê Çiyayê Zorê me got em ê mehra xwe li serê çiyayekî bibirin. Me pîlana xwe anî cih. Ji ber vê em ê gelekî şa bûn."
AA