Li gundên Vanê êdî wextê komkirina gûzan e. Darên dîrokî ku hin jı wan 200 sal derbas kirine tên daweşandin. Ji bo zirar negihîje daran gundî darên xwe bi rê û rêbazên berê dadiweşînin.
Li gund û deverên Vanê êdî wextê berhevkirina gûzan e.
Li gundê Arpêta Vanê darên gûzan bi bilindahî û emrê xwe navdar in.
Ev darên ku 150 – 200 sal kirine, 40 – 50 metre jî bilind in, ji ber vê komkirina gûzan gelek zehmet e.
Gundî û cotkar ji bo zirarê nedin darên xwe makîneyên daweşandinê jî bi kar naynin.
Bi rê û rêbazên bav û kalan dertên ser daran û bi rewt û rotan gûzan dadiweşînin.
Gundiyên Arpêtê gûzên xwe yên xweş bi tenekeyan difroşin. Îsal tenekeyekî gûzan bi 200 lîreyî ye.