Li ser Gola Çıldırê ji ber bayê zêde cemed şikestin û bi pêlan li perava avê ketin. Li qeraxê, dîmenên rengîn û nuwaze derketin. Niha jî em ê berê xwe bidin Kars û Ardahanê, li van dîmenên xweş temaşe bikin..
Perçeyên tenik ên cemedê ji ber bayê zêde şikestin û li peravên avê ketin.
Kêliyên dîmenên cemedan ên rengîn hatin kişandin.
Dîmen li herêma Kars û Ardahahanê ji gola Çıldırê hatin kişandin.
Gol havîn û zivistanan bi dîmen û menzereyên nuwaze, bi tûrên taxûkan bala gel dikşîne.
Lêbelê mirov dibêje qey dîmenên vê carê li herêma cemserê hatine kişandin.
Ser rûyê golê ji ber sir û seqemê qerisî û cemed girt.
Bi hêz û qeweta bayê pêl çêbûn. Cemedên tenik ji ber pêlan şikestin û li peravê ketin.
Ev perçeyên ku hatin perava golê, dîmenên xweşik û rengîn çêkirin.
Gola Çıldırê wekî goleke krîstal biriqî û kesên gol dîtin li hember wê dîmenê matmayî û heyran man.