Li ser Gola Çildirê kêfa çayê

Gola Çildirê di nava sînorê Kars û Ardahanê da ye, zivistanê ji ber ku rûyê wê bi temamî diqerime wek usûla Eskîmoyan cî bi cî tê qulkirin û di qulan ra masî tên girtin û turîst bi xizekên hespan va li ser digerin

Li ser Gola Çildirê kêfa çayê

Gola Çildirê di nava sînorê Kars û Ardahanê da ye, zivistanê ji ber ku rûyê wê bi temamî diqerime wek usûla Eskîmoyan cî bi cî tê qulkirin û di qulan ra masî tên girtin û turîst bi xizekên hespan va li ser digerin. Rûyê golê îsal jî bi sermayê qeşa girt û dîmenên xweşik derxist holê.

Gola Çildirê ya ku 45 kîlomêtro dûrî Ardahanê ye, her demsal xweş e.

Zivistanê rûyê golê bi temamî diqerime, rastî eleqeya turîstên xwemalî û biyanî tê.

Îsal ji ji qeraxan dest pê kir û qerimî. Ji aliyê gundê Akçakaleyê va ku dikeve aliyê Ardahanê, rûyê golê 5 santêm qerimî.

Dîmena golê bi taybetî zivistanê xweş dibe û wexta ku roj diçe ava, dîmenên xweş dertê holê. Ziyaretvan li ser qeşaya rûyê golê dimeşin û bi xizekan xwe dişqitînin û çayê vedixwin.

Guzel Yucela ku ji bo dîtinaya Gola Çildirê ji Îzmirê hatiye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku golê ew hejmetkar hiştin û ew pir kêfxweş bû ku hat vê derê.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE