Li ser Gola Çildirê ya qerimî kelecana ajotina duçerxê

Li ser Gola Çildirê ya qerimî kelecana ajotina duçerxê

Ziyaretvanên Gola Çildirê ya li Ardahanê ku beşeke mezin a rûyê wê qerimî ye, hem dikarin li xizanga hespan siwar bibin û hem jî dikarin duçerxê biajon.

Beşeke mezin a Gola Çildirê ku piştî Gola Vanê, gola herî mezin a duyemîn a Rojhilatê Anadoluyê ye û dikeve navbera Ardahan-Karsê, ji ber hişkiyê qerimî.

Li herêma ku nexasim bi saya projeya Qaymeqamtiya Çildirê ya tûrên xizanga hespan a li ser golê va bala geştiyaran dikişîne, par derfeta ajotina duçerxê li ser golê jî hat cîbicîkirin û her wiha piştî ku rûyê golê qerimî, ajotina duçerxê ya li ser golê jî dest pê kir.

Kargerê xwaringehê Atalay Uzunkaya ku lastîkên taybet avêt duçerxên ku bi alîkariya qaymeqamtiyê dabîn kirin, derfeta kirêkirina duçerxan pêşkêşî geştiyaran dike ku li ser rûyê qerimî yê golê ji xwe ra duçerxê biajon.
Atalay Uzunkaya di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, ji ber ku sitûriya cemedê negihîşt asta pêwîst, ew niha şûna xizangên hespan, duçerxê pêşkêşî geştiyaran dikin ku lê siwar bibin.

Uzunkaya wiha axivî, "Herêma me nû qerimî. Lewma jî me hê xizangên hespan dernexistine ser cemedê. Lê me şûna wê, duçerx derxist. Aniha yên ku bixwazin dikarin bi duçerxê tûran biavêjin. Ev jî zehf xweşa mirov diçe, em ji bo herkesî pêşniyaz dikin."

Welatî Ahmet Yildiz jî diyar kir ku ev cara ewil e ku ew li ser cemeda mîna camê duçerxê diemilîne û lewma jî tûra wî bi kelecan derbas bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE